Ekip
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê reformên edlî de got: "Ji bo pêbaweriya bi darazê xurttir bibe û darizandin zûtir werin kirin, em ê pakêteke reformê ku di nav xwe de hin nûjeniyan dihewîne, di demeke kurt de bînin Meclisa bala."
Yildirim beşdarî Şûraya Edaletê ya li Navenda Çand û Kongreya Beştepe Milletê bû û li wir axaftinek kir.
Der barê mijara edliyeyan de Serokwezîr Yildirim got: "Em ê jimara mehkemeyên îstinafê yên di daraza edlî de hê li 9 navendan xebatên xwe birêve dibin zêde bikin, em ê jimarê derxin 15an."
Serokwezîr Yildirim herwiha diyar kir ku, "Ji bo pêbaweriya bi darazê xurttir bibe û darizandin zûtir werin kirin, em ê pakêteke reformê ku di nav xwe de hin nûjeniyan dihewîne, di demeke kurt de bînin Meclisa bala."
Serokwezîr Yildirim nirxandina xwe wiha kir:
"Du kom dozên me yên ku dewam dikin hene. Koma yekem; yên bi hewla derbeyê re eleqedar. Ev di rêya hukmê teqez de bi lez û bez diçin. Hêviya min ew e ku di dawiya vê salê de, hemû dozên der heqê kesên rasterast tevlî hewla derbeyê bûne, encam bidin."
Di berdewamiya axaftina xwe de jî wiha şirove kir:
"Nîşanan rayê dan ku FETOya rêxistina terorê ji bo kesên eleqedar neeleqedar hemû kesan bikişîne nav pêvajoya darazê hewl dide. Ev pîlana bêbext defika ku danîne pêşiya sîstema me ya edaletê ye. Lêbelê dewleta me ew ê nekeve vê defikê. Ji bo vê mînaka herî girîng û rojane ew e ku kumpasa ByLocka delîla sereke derkete holê. Bira tu kes nekeve nav fikaran. Dadger û dozgerên me ew ê bi hûrgilî bixebitin."
Serokwezîr Yildirim got: "Wan kesên ku xwestin hiqûq û darazê ji dirûvê îmkana pêkanîna edaletê derxin û bikin amûr û alavekî pêkhatina rêxistina terorê, zirareke mezin dan pergala hiqûqê. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî FETOyê digel têkoşîna îstiqlal û îstiqbalê veguherî û bû têkoşîna pêbawerî û îtibarê ya darazê. Ez ji dil û can bawer im ku bi duristî edilandina teraziya edaletê em ê vê têkoşînê qezenc bikin."