Sevim Hatun
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
TUNCELİ
Cîgirê Şaredar û Waliyê Tûnceliyê Tuncay Sonel çû Pulumura navçeya Tunceliyê û li herêma Zagde, Kutuderesî û Aglayan Kayalarê ku berê bi terorê dihatin bîranîn lêkolîn kir.
Sonel digel Rektorê Zanîngeha Munzurê Prof. Dr. Ubeyde Îpek û Fermandarê Cendirmeya Bajêr Albay Tekîn Aktemur hat Pulumurê û li vir Qeymeqam Omer Faruk Fîdan ziyaret kir.
Sonel li navçeyê geriya, bi welatiyan re hat bal hev, xwendekar û mamoste guhdar kirin û paşê derbasî ciyên ewlekariyê bû û li vir bi hêzên ewlekariyê re civiya.
Walî Sonel li vir got: "Xwedê alîkarê hêzên me yên ewlekariyê be. Em hemî qehremanên xwe yên ku ji bo welêt canê xwe didin bibîrtînin. Xwedê rehma xwe li wan bike û Xwedê şîfayê bide xaziyên me."
Sonel der heqê ziyareta Pulumurê de ji nûçegihanê AAyê re axivî, destnîşan kir ku di çaçroveya ziyaretên navçeyan de em yek bi yek li navçeyên xwe digerin, lêkolînê dikin.
Sonel wiha axivî:
"Bedewiya her navçeya me cuda ye. Ji bo xizmeta bi kalîte bidin navçeyên xwe em li navçeyên xwe digerin, pirsgirêkan li cî tespît dikin. Em ê ji bo xizmetê herin her ciyî. Em ê xizmeta ku heq dikin bidin."