Nihat Kavşut
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
İZMİR
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Niha dora Qendîlê ye. Me sond xwariye ku em ê bi serê wan da bînin xwarê û wan bêbextan bikujin."
Yildirim: "Beriya 2002an hejmara astengdarên ku di karê dewletê da dixebitîn 5 hezar bû û dawiya 2017an ev hejmar di nav 15 salan da derket 51 hezar û 814an. Yanê 10 qat zêde bûye. Heger em astengdarên di sektora taybet da jî lê zêde bikin hejmar ji 150 hezarî derbas dibe. Bi saya polîtîkayên ji bona îstixdama astengdaran ev hejmar di kamuyê da ji 50î hezarî û di sektora taybet da ji 100 hezarî derbas bûye."
Yildirim: "Me di sala 2017an da ji bo 500 hezar astengdarên rewşa wan giran bû ji bo li malê xwedîkirinê bi tevahî 6 katrilyon pere da, li wan xweş helal be. Dîsa ji bo milyon û 300 hezar kal, pîr û astengdaran jî 5 katrilyon û 300 trilyon pere da. Ji dawiya sala 2017an vir va bi qasî 856 hezar astengdarên ku ji xizmeta tendûristiyê ya li malê îstifade dikin, hene. Mesrefa 15 hezar astengdarên me yên ku di 204 navendên xwedîkirina taybet da dimînin jî ji hêla dewletê va tên dayîn."