20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Eskerên Tirkiyeyê di çarçoveya lihevkirina bi Amerîkayê da pêr li derdora Minbicê derketin dewriyeyê û şêniyên Minbicê yên ku li Rihayê dijîn jî ji ber vê gavê pir kêfxweş bûn.
Penaberên Sûriyî yên Minbicî ku niha li Rihayê dijîn dibêjin bajarê wan wê bi destê Tirkiyeyê ji terorê bê paqijkirin û ew ê jî wek penaberên piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê û Herekata Mertalê Feratê vegerin welatê xwe, ser mal û milkên bav û kalên xwe.
Hesen Silêman ê ku tevlî 5 ferdên malbata xwe li ser dagirkirina Minbicê ya ji hêla DEAŞa rêxistina terorê va xwe spartibû Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî Eyda Remezanê ji ber lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê ya di mijara Minbicê da ew gelek kêfxweş bûn.
Silêman destnîşan kir Minbica ku di navbera Reqa û Helebê da cih digire û ji hêla erdnîgariya xwe va devereke girîng e û wiha pê da çû: "Dema ew der bikeve bin kontrola eskerên Tirkiyeyê wê milet vegere wê derê. Niha Minbic pir muhim e. Dema Tirkiye bikeve wê derê ew der ji bo gelek welatiyên Sûriyeyê wê bibe warekî biewle. Ji nav Sûriyeyê gelek kes dikarin wê demê xwe bispêrin Minbicê. Minbic devereke navendî ye. Li wê derê seranserê dîrokê Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkez bi hev ra jiyane."
- "Pir muhim e ku Artêşa Tirkiyeyê bikeve Minbicê"
Ferdî Mehmûd jî ragihand ku ew wisa bawer dike wê eskerên Tirkiyeyê li Minbicê bi îstiqrar pêşva biçe û wiha dewam kir: "Gelê Minbicê piştgiriyê dide eskerên Tirkiyeyê. Li Minbicê niha rê vekirîne înşallah eskerên Tirkiyeyê wê bikevin Minbicê. Miletê li wê derê ji ber vê yekê gelek kêfxweş bû û wek nîşane jî birinc û şekirê ku di kevneşopiya me da heye belav kirin. Ji bo miletê ku li wir di bin zilma PKKya rêxistina terorê da ye xilas bibe lazim e Artêşa Tirkiyeyê bikeve Minbicê. Înşallah di demeke kurt da li wê derê hizûr bi cih bibe."
Mistefa Xelîl jî bal kişand ser hewl û xebatên Tirkiyeyê yên ku ji bo îstiqrara bakurê Iraqê dide û wiha pê da çû: "Li deverên ku eskerên Tirkiyeyê mudaxele dikin hizûr û aramî bi cih dibe. Înşallah li Minbicê jî wê bazirganî pêşkeve, miletê rihet bike û hizûrê hebe. Em ê jî rihet bikin. Wê halê milet çêtir bibe. Me di encama Operasyona Çiqlê Zeytûnê û Herekata Mertalê Feratê da ev yek dît. Înşallah wê berdewamiya vê bê."