15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 16 Hezîran 2017
ADANA
Li Edeneyê di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da 14 bersûc hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, hêzên emniyetê li navenda bajêr û navçeya Ceyhanê dijî PKKya rêxistina terorê li ser gelek navnîşanan di heman demê da operasyon kir.
Ekîbên têkoşîna terorê, harekata taybet, hêzên çevîk û ji Midûriya Emniyetê ya Navçeya Ceyhanê gelek ekîb tevî operasyonan bûn. Di operasyonan da 2 jê jin 14 gumanbar hatin girtin.
Ekîban li malên hin gumanbaran bi kûçikê dedektor va lêgerîn kir. Di lêgerînan da rastî teqemeniyan nehatin.
Gumanbarên ku hatin binçavkirin ji bo jêpirsînê birin midûriya emniyetê.
Hat îdiakirin ku gumanbaran çalakiyên kuçeyan organîze kirine û amadekarî kirine ku rêxistinê cardin xurt bikin da ku çalakiya nû bikin.