16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî: "Di dema pêşiya me de li gor helwest û tevgerên Hollandayê, seknên wan yên polîtîk em ê hin tedbîran wergirin û belkî hin pêngavan em biavêjin. Emê niha wan bişopînin."
Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî: "Divê mirov ji Ewropayê vê bipirse, Ewropa niha serkêşiya yên kampanyaya 'na'yê dimeşînin dike, bi wan re tevdigere. Nexwe sîstema me ewqas baş be, Almanya, Belçîka, Awusturya û Hollanda hûn çima vê sîstemê li welatê xwe nakin rewacê? Nexwe sîstema hikûmeta Tirkiyeyê ya niha pir baş e, pir rind e kerem bikin heman sîstemê li welatê xwe bikin rewacê. Ew li welatên xwe sîstemeke wiha nakin rewacê, li wir jî yekmirovî heye, yekmiroviyê diparêzin, ew xistine rewacê."
Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî: "Der barê Komîsyona Lêkolînê ya OHALê de wê di demeke kin de wezîfedarkirin bêne kirin. Em li bendê ne ku ev komîsyon beriya 16ê nîsanê dest bi xebatan bike û muracaetên ku bêne kirin, qebûl bike. Biryarnameyên nû yên OHALê hene, lê em nikarin der barê wan de daxuyaniyan bidin, ji bo pesendkirina wan pêvajo dewam dike. Niha jî xebateke peşnûmayê ya der barê biryarnameya ku hikmê wê wek qanûnê ye li pêş me heye, em li ser dixebitin."