05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
EDIRNE
Endamên Kulûba Werzişên Siruştî ya Edirneyê (KWSE) bi minasebeta 97emîn salvegera avabûna Ajansa Anadoluyê (AA), li ser Çemê Merîçê tûrên kanoyê li dar xistin.
Yekeya kanoyê ya kulûbê, bi kanoyan va li texma Karaagaçê peyayî Çemê Merîçê bûn.
Werzişvanan bi minasebeta 97emîn salvegera avabûna AAyê tûrên kanoyê li dar xist û li ser çem pankarta ku tê da "AA 97 Salî ye" vekir. Werzişvanan li ser çêm bi pankartê va çend tûr avêtin û geriyan.
Midûrê Herêma Edirneyê Salih Baran ji bo bîranîna rojê salaneya AAyê diyarî da Berpirsiyarê Yekeya Kanoyê ya KWSEyê Mustafa Çelîk û got ku KWSE ji bo Edirneyê bi qîmet û şans e.
Baran diyar kir, KWSE her sal di salvegera avabûnê da bi jestên xwe va xebatkarên saziyê kêfxweş dike û wiha dewam kir: "KWSE ji bo pêşketina jiyana sosyal a Edirneyê komeleyeke girîng e. We dîsa em tenê nehîştin, digel fealiyetên we yên sportîf we bi wefadariya xwe va em cardin kêfxweş kirin. Ez hêvî dikim ku hûn ji bo vî bajarî heta vê herêmê salên dûr û dirêj bixebitin û rengekî bidine bajêr."
Berpirsiyarê Yekeya Kanoyê ya KWSEyê Mustafa Çelîk jî got ku Ajansa Anadoluyê (AA) ji saziyên herî girîng û kevnare ya Tirkiyê ye, serkeftina wê rojbiroj zêde dibe û ew hêvîdar in ku bi salan dewam bike.