31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
BÎTLÎS
Şaxa Bidlîsê yê Dezgeya Karsaz û Pîşesazên Musteqil (MUSÎAD) li navçeya Tetwanê bernameya fitarê li dar xist. Di bernameyê de 300 kesan bi hev re fitara xwe vekir
Serokê Şaxa MUSÎADê Mehmet Emîn Geylanî ragihand ku heta dawiya remezanê wê li mizgefta Fazîleta kolana Cûmhûriyetê xwarina fitarê bidin.
Geylanî got ku wê xwarina fitarê weke kevneşopî her tim bidin û wiha dewam kir: "Ji ber ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya fitarê da em gelek kêfxweş bûn. Înşallah em ê heta cejna remezanê dewam bikin. Em hemû gelê xwe dawetî fitarê dikin."