31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku Hakan Çalişkanê Midûrê Emniyeta Silivriyê ku di odeya xwe da mirî hatibû dîtin, li gor tesbîtên ewilîn ji ber sedemeke ku hê ne diyar e di odeya xwe da bi demançeya xwe va xwe kuştiye.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyetê ya Stenbolê hat dayîn, "Hakan Çalişkanê ku midûrê emniyetê yê pileya 3yemîn û Midûrê Emniyeta Navçeya Silivriyê ye, ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, di odeya xwe da bi demançeya xwe va xwe kuştiye. Ev piştî lêkolîna cihê bûyerê hat fêmkirin, piştî ku li ser mijarê lêkolîna berfireh hat kirin û şûnda agahiyê were dayîn. Em bi rêzdarî ji raya giştî ra radigihînin."