31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
MUŞ
Rêveber û mamosteyên Dibistana Navîn a Leylî ya Herêmî ya Çaglarê ya li Vartoya navçeya Mûşê, di serdema havînê da şûna betlaneyê dibistana xwe boyax dikin û ciyên rûxandî, temîr dikin.
Bi dawîlêhatina serdema hîndekarî û perwerdeyê, li navçeyê xwendekar çûn tetîlê. Lêbelê hin mamoste şûna ku biçin betlaneyê, li dibistanê man û ji bo ku xwendekarên wan di nava şert û mercên çêtir da bixwînin, hewl didin ku kêmasiyên dibistana ku lê wezîfedar in, kuta bikin.
Mamosteyên Dibistana Navîn a Leylî ya Herêmî ya Çaglarê jî rojên xwe yên betlaneyê, bi xebatê derbas dikin. Mamosteyên fedekar ciyên rûxandî yên dibistanê temîr dikin û herwiha cebheya derva ya dibistanê boyax dikin.
Midûrê Dibistanê Olcay Karataş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Dema em ligel mamosteyan civiyan, ew hizr derket pêş ku ciyê perwerdeya xwendekarên me çiqas xweş be, pileya kêfxweşiya me yê jî ewçend bilind be."
Karataş bal kişand ku mamosteyan seba vî karî ji tetîla xwe feraxat kirin û wiha pê da çû, "Em vê yekê ji bo kêfxweşî û siberoja zarokên xwe dikin. 8 mamosteyên me jî bi awaywekî xwebexş beşdarî xebatê bûn."
- "Em di TEOGê da jî serkeftî bûn"
Karataş got ku ew ligel mamosteyan xebatên baş dikin û wiha dewam kir, "Dibistana me dezgheke perwerdeyê ye ku di van herdu salên vê axiriyê da hin xwedekaran di azmûna TEOGê bersiva rast dan hemû hemû pirsan."