ATİNA - Metin Mutanoğlu
Li Yewnanistanê dora 50 hezarî Rûmê Stenbolî hene ku li Tirkiyeyê hatine dinyayê, mezin bûne û paşê mecbûrî koçî Yewnanistanê kirine.
Li Tirkiyeyê ji van welatiyên herî tên nasîn, rojnameger Stelyos Berberakis, Yorgo Kirbaki û Manolis Kostidis in. Rojnamegeran li Atînayê pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin û li ser têkiliyên Tirkiye û Yewnanistanê sekinîn.
PIRS: "Hûn welatiyê Tirkiyeyê ne. Dema ku hûn ji aliyê çandê va lê dinhêrin, hûn li Tirkiyeyê hatin dinyayê û mezin bûn. Lê hûn bi salan e li Yewnanistanê dijîn. Hûn çi hîs dikin, dema ku hûn li pêşeroj û niha dinhêrin çi ferqê dibînin?"
Manolis Kostidis: "Ax Stenbol e. Navê Bavê min Nîko bû. Beriya sala 1974an dema ku bazirganî dikir, her kesî bi navê Nîko ew nas dikir. Piştî 1974an her kesî navê bavê min wek Nîhat dizanibû. Xwe vedişartin, ditirsiyan. Em vê gavê li Tirkiyeyê wek Stelyo, Yorgo, Manolis tên nasîn. Em niha li her derê diaxivin, xwe didin nasîn, baweriya xwe bi serbestî dijîn û her tiştî bi azadî dikin. Bi min ferqa herî mezin ev e. Dema ku ez diçûm qereqolan, min xwe dicivande ser hev, tirse tirs diçûm. Niha ez wek welatiyê Tirkiyeyê diçim. Yewnan carinan şaş fêm dikin. Ez vê jî dibêjim Komara Tirkiyeyê me wek pandayan zêdetir diparêze. Em muameleya caretta carettayan dibînin. Em civateke ku nifşa wê radibe ne."

"Piştî Ataturk serokwezîrê ewil ê ku Rûm kire şûna welatiyan Recep Tayyîp Erdogan e"
Stelyo Berberakis: "Yewnanistan ji bo me wek welatekî biyanî yê ku em bi zimanê wan diaxivin û bi baweriya wan bawer dikin. Em (li Tirkiyeyê) êdî xwe wek welatiyê wekhev hîs dikin. Rast e, lê tiştekî ku meriv ji bîr dike heye. Em vê dizanin. Kêngî ku Recep Tayyîp Erdogan bû serokwezîr û pê va em xwe wekhev hîs dikin. Lewra piştî Ataturk serokwezîrê ewil ê ku Rûm kire şûna welatiyan Recep Tayyîp Erdogan e. Em him welatiyê Tirkiyeyê ne him jî kêmnetew in. Stelyoyên kêmnetew nikarin der heqê Recep Tayyîp Erdogan da zimandirêjiyê bikin. Dibe nankorî. Di mijara welatîbûna wekhev da heta niha xêra tu serokwezîrekî qasî Erdogan negihîşte me. Li Tirkiyeyê kes nizane ku dewletê çi anî serê me. Em dizanin ku çi hat serê me. Em dizanin ku kê birînên me melhem jî dike. Erdogan dema ku serokwezîr bû, di ziyareta xwe ya Atînayê da axaftinek kiribû. Li pêşiya min du sê serokên komeleyên Rûm ên Stenbolî rûniştibûn. Wan bi hev ra xeberdida û min jî guh da wan. Digotin, 'Di dema me da serokwezîrekî me yê wiha hebûya, em nedihatin van deran'. Pir ecêb e."
Yorgo Kırbaki: "Bûyerên 6-7ê îlona 1955an. Lê mêzekin bê ka serokwezîrên berê qet li ser vê mijarê sekinîne. Erdogan li ser sekinî û got, 'Xeta hatiye kirin. Rûm hatine şandin.Çendîn caran got. Tesîreke vê ya pir erênî çêbû. Mego em jî hene. Ez ji sala 1987an vir va SSKyî me. 30 sal e ez prîman didim. Min hê asprîneke nekiriye. Heqê min jî heye ku tiştekî bêjim. Min berê nedigot. Di kêmnetewebûnê da dîn faktoreke girîn bû. Patrîkxaneya me jî li Stenbolê heye. Patrîkxaneyê piştî Osmaniyan gelek heq bi dest xistin."
PIRS: "Kesên ku vegeriyane Tirkiyeyê hene gelo?"
Manolis Kostidis: "Li Gokçeadayê dibistan tunebû. Vê gavê kesên ku vegeriyane wê derê hene. Erdogan ev yek kir. Dibistan hatibû girtin. Di sala 2013an da vebû. Niha 47 xwendekarên dibistanê hene. Rûman bi rêya Yewnanistanê li mafê xwe negeriyan. Bi rêya Tirkiyeyê li mafê xwe geriyan."
- "Li Tirkiyeyê em Rûm bûn. Em hatin li vir bûn toximê Tirkan"
Der barê tevgera gelê Rûm û Tirkan a li hemberî wan da jî rojnamevanan wiha got:
Yorgo Kirbakî: Min li Beyoglusporê top dilîst. Zêdetir Rûm di wê tîmê da hebûn. Heta me lêdan nexwara pêşbirk xilas nedibû. Me her hefte lêdan dixwar. Digotin 'Gawir! Lêxin!" Dawiya salên 60î û salên 70yî bû. Qismeta me çi ye hûn dizanin? Li Tirkiyeyê em Rûm bûn. Em hatin li vir bûn toximê Tirkan. Eleqeya Yewnanan bi me ra tune. Li gor min jî eleqeya min bi Yewnaniyan ra tune, lewra em bi awayekî cuda mezin bûn. Em li Tirkiyeyê mezin bûn, me li Tirkiyeyê xwend, me eskeriya xwe li Tirkiyeyê kir.

Manolîs Kostîdîs: Ez li vir derketibûm televîzyonê. Em ji Rûman ra dibêjin "Romîos". Yanê min negot "Ellînas" Yewnan. Gelek rexne li min kirin, gotin 'tu çima dibêjî Rûm û nabêjî Yewnan'. Heta wisa ku dijûn jî kirin. Rûmbûn çandek e. Dîn Ortodoks e, lê çandeke me ya împaratoriyê heye. Ji her awayî, ji hêla tevgerên li hember mirovan, ji hêla felsefeya jiyanê, ji hêla dînî va. Li vir ferqa me û Yewnaniyan heye. Ew ji Yewnanîstanê ne. Li vir ziman û dînê me cuda ye. Rûmên ji Qibrisê ji kesên vir ra dibêjin "Eladîtes", yanê Yewnanî. Ferqeke erdnigariyê dixin navberê.
PIRS: "Di navbera herdu welatan da gelek qeyran çêbûn, hin qeyranên biçûk hene lê li Yewnanîstanê nêrîna Tirkiyeyê hinekî erênî ye. Hûn heyama îro çawa dinirxînin?"
Stelyo Berberakîs: Heyama îro di rastiyê da 99an da dest pê kir. Beriya 99an qeyrana Ocalan, qeyrana Kardakê hebû. Berê gelekî nebaş bû lê di 99an da gelan xwe dan nîşandan, ji siyasetmedaran derbas kirin. Ji ber erdhejê ji vir gelek xwarin, cil û berg şandin ji gelê Tirkiyeyê ra ku siyasetmedar jî metel man. Paşê li Atînayê erdhej çêbû, îja Tirkan heman tişt kir, tîmên lêgerînê hatin. Dema (Yorgo) Papanderou û Wezîrê Karên Derva Îsmaîl Cem da herdu jî erênî tevdigeriyan. Di têkiliyên di navbera Tirk û Yewnanan da li gor beriya 99an gelek cudahî hene. Ew heyama ji 99an da dest pê kiribû dema Erdogan bû desthilat du qat zêde bû. Mînak li Qibrîsê plana Annan... Denktaş her tim wek serokekî pirsgirêka Qibrisê zehmettir dike dihat nasîn. Kelleyê mêrik hilda. Rewşek ava kir. Niha tu derkevî li ser kolanên Atînayê dibêjin "Xwezî serokekî me yê wekî Erdogan hebe". Dikandar, sebzefiroş, texsîcî... Yanî milet. Lê tu tê Tirkiyeyê jî dibêjin " Li cem me jî bila Çîprasek hebe".

PIRS: "Di nav gel da nêzîkbûnek heye, rewş çawa ye?"
Stelyo Berberakîs: Ji xwe milet siyasetmedaran li pişt xwe hîştine. Dizewicin. Gelek Tirk û Yewnan zewicîne. Hine jî li wir, hinek jî li vir dijîn. Tesîra rêzefîlman jî heye. Yanê pêwendiyek hatiye avakirin. Ji hêla gel va gilî û gazina min a herî mezin ew e ku çapemeniya Yewnanê pir xirab e. Berê çapemeniya Tirkan jî wiha bû, lê çapemeniya Yewnanê hê wisa ne.
PIRS: "Çima?"
Stelyo Berberakîs: "Dibêjin em dikanê negrin birê min." Hemî dijminek li wir heye, li hember desthilatiyê dibe hêmaneke xurt. Her tim nebaşiya Tirkiyeyê dibêjin. Dema serok û wezîr hinekî biaxivin, aliyên herî nebaş jê digrin. Aliyê erênî tune. Li vir wezîrên erênî jî hene, lê wisa kêm in. Hin qunciknivîsên bi tenê şîroveyan dikin hene, dema behsa Tirkiyeyê derbas bibe miheqeq aliyekî neyênî vedibêjin. Dema Erdogan Serokwezîr bû wê bihata beşdarî galaya Muzeya Akropolîsê bûbûya, nexweş ket nehat lê nûçeyên wisa hatin weşandin ku digotin "Erdogan hat. Bi serokwezîrê Yewnanîstanê ra hevdîtin kir. Karamanlîs di mijara Egeyê da gelekî sert axivî. Dema Erdogan ji ofîsa serokwezîrtiyê derket rûyê wî nedikenî."
Manolîs Kostîdîs: Di demek nêz da tiştekî wisa hate serê min jî. Ez beşdarî televîzyoneke Yewnan bûm. Li Enqereyê merasima sondxwarinê ya Erdogan hebû. Li Îzmirê top hatin avêtin. Ji min pirsîn "çima?" Îzmir bajarekî girîng e. Şerê Xilasbûnê ya Tirkiyeyê li wir diqede. Artêşa Yewnan li wir têk diçe. Dibêjin "Na, artêşa Yewnan têk neçû. Felaketeke Asyayê ya Bîçûk çêbû. Hişmendiyeke wiha heye. Ka îja li ku ma behsa Egeyê, Qibrîsê.
Rojnamevanan anî ziman ku mijara Tirkiyeyê dibe bidestxistina berjewendiyan û wiha gotin: "Mijara Yewnanîstanê li Tirkiyeyê desthilatiyê dikare biguherîne? Nikare. Lê li vir dikare. Nêrîna Tirkiyeyê ya li hember Yewnanîstanê ji salên 99an pê va bi temamî guherî. Lê mixabin li vir pêşdarizandin heye. Pirtûkên dersan hene. Di salên 1990î da Wezîrê Karên Derva yê wê heyamê wê bi Wezîrê Karên Derva Hikmet Çetîn ra li Balyozxaneya Yewnanîstanê ya li Parîsê wê hevdîtinê bike, xwe ji min ra got "Ez ketim hundirê balyozxaneyê min wêneyên li dîwaran nihêrî di nîvê wan wêneyan da Tirk me dikûjin, di nîvê din da jî em Tirkan dikûjin. Ez di odeyeke biçûk ên ku ev wêne lê tune ne bi mêrik ra hatim bal hev." Pêşdaraz heye. Mijara Tirkiyeyê dibe bidestxistina berjewendiyan, pereyan dide qezenckirin.
PIRS: "Rewş wê çawa biguhere?"
Yorgo Kirbakî: Li vî welatî 11 milyon hilbijêr heye. Yanê temenê 0-18 bi tenê 500 hezar. Ev welat welatê kal û pîran e. Mirov êvarê nûçeyan temaşe dikin. Ez dema derdikevim kolanan mirov dipirsin "Erdogan şer dixwaze? Wê çawa be?". Ez dibêjim di rojena Tirkiyeyê da Yewnanîstan tune. Pirsgirêk di medyaya Yewnan da ye. Pirsgirêkeke perwerdeyê heye. Ji bo ku têkilî baş bibin, bi ya min nifş divê biguherin, di meseleya Qibrîsê da jî wisa ne. Yên piştî 74an hatine dinyayê divê bibin xwedî gotin. Li Qibrisê yek ketibe mala yekî dê û bavê wî kuştibe ez vê ji bîr nakim, ev birînek e. Li Yewnanîstanê jî divê meseleya Tirkiyeyê dakeve asta binî. Wê demê jî emê bêkar bimînin. Gelek nûçeyên erênî tên weşandin. Bawer bikin em wan dinîvîsin.
PIRS: "Rûmên ji Stenbolê ne wê çawa vegerin Tirkiyeyê?"
Stelyo Berberakis: Nesl guherîn êdî. Ez 62 salî me. Ez dikarim vegerim, lê zarokên min venagerin. Lewra nizanin, eleqeya nifşên nû tune. Ji ber wê min kurê xwe şand Tirkiyeyê. Heke ew bixwaze têkiliyên navneteweyî bixwîne, divê Tirkiyeyê nas bike.
Manolis Kostidis: Wek berê em nikarin behsa 100 hezaran bikin lê ji bo hezar kesan ev dikare bibe; bavê wî Rûmê ji stenbolê ye, lê eleqeya wî qet tune dikarin ji zanîngehên Tirkiyeyê bi taybetî jî yên perwerdeya Îngilizî didin bursan hildin. Ji bo bala ciwanan bê kişandin ev dikare bê kirin. Heke ji 50 ciwanî ra burs bê dayîn tiştekî biçûk dikare çêbibe. Ji bo Rûmên ji Stenbolê ne divê bala ciwanan bê kişandin. Ji bo ku "caretta caretta" bijîn herî kêm divê ev bê kirin. Qet nebe toximek wê bimîne. Mînak îro li girava Gokçeadayê 47 xwendekar hene, mînakek wiha li holê heye.
news_share_descriptionsubscription_contact
