Türkan Tosun
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2018
MERSÎN
Li Mersînê Sitki Gîderê 76 salî yê ku ji 15 saliya xwe vir va berberiyê dike, 61 sal e meqes û makîneyên berberan tûj dike.
Sitki Gîder di 12 saliya xwe da li cem bavê xwe dest bi xebatê kir û dema bû 15 salî jî bû berber.
Gîder her tim meqes û gîzanên li dikana bavê xwe birin cem hoste ku ew tûj bike. Gîder dema dît ku bihayê tûjkirina alavan ji pereyê qusandina porê muşteriyan zêdetir e û ew zirarê dike, ji bo xwe makîneyeke taybet a ku alavan tûj dike da çêkirin.
Gîder 30 salan bi vê makîneyê li Tirkiyeyê geriya û alavên berberan pê tûj kir, paşê ji xwe ra li Mersînê dikanek vekir û hê jî xizmetê dide mişteriyên xwe yên ji Tirkiyeyê û dervayî welêt.
- "Min xwe bi xwe meqes û alavên xwe tûj kirin"
Gîder got wî ev kar hînî kurê xwe jî kiriye ku bila ev pîşe neyê jibîrkirin û wiha axivî: "Berê min dibir tûj dikir, dema min rihê mişteriyê pê kur dikir divê dîsa bihata tûjkirin. Heta min pê kevir va tûj dikir muşterî li ser koltixê radiza. Min li derva bida tûjkirin pereyê kurkirina çend rihan ji bo wê diçû. Zora min çû û min jî biryar da ku ez bi xwe tûj bikim. Mişteriyekî min ê tornayê dike hebû, min çerxek ji bo wî da çêkirin. Paşê min xwe bi xwe meqes û alavên xwe tûj kirin."
- "Li Tirkiyeyê ji bilî mîn kes vî karî nake"
Gîder anî ziman bi salan meqesê berberên din jî li Mersînê tûj kiriye û wiha dewam kir: "Min bi salan berberî û tûjkirina alavan bi hev ra kir. Min di 1977an da dev ji berbertiyê berda. Niha ez tenê vî karî dikim. Mişteriyên min kêfxweş in. Ji çar aliyê Tirkiyeyê bi kargoyê ji min ra alavan dişînin ku ez tûj bikim. Ji Fransa, Îngiltere û Almanyayê jî mişteriyên min hene. Yên vî karî dikin bi kevîr tûj dikin, lê ez bi zimparayê tûj dikim. Ji ber vê mişteriyên min jê razî ne. Li Tirkiyeyê ji bilî min kes vî karî nake. Zewqa zimpara dide, kevirê herî baş jî nade."