29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Hat diyarkirin ku li Cizîra navçeya Şirnexê kesên ku îxbara der barê avahiya tê îdiakirin ku lê birîndar hene dikin 3 caran navnîşanên cuda dan lê hêzên ewlehiyê li navnîşanên ku hatin gotin tu birîndar nedîtin.
Du ambûlansên ji bo ku birîndarên tên îdiakirin ku li qata bodrimê ya li maleke li Taxa Cudiyê bigihînin hatin şandin, ji ber teqemeniyên bidestçêkirî yên ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li rêyan veşartin, çalên ku hatin kolan û gulebarana endamên rêxistinê li herêma ewledar a ku 600 metro dûrî îkametgahê ye li bendê ye.
Ambûlans ji piştî nîvroya pêr ve li herêma ewledar li bendê ye û heta niha tu birîndar neanîne û ambûlansa Şaredariya Cizîrê ya ku şandin navnîşana ku hat dayîn ji ber gulebarana terorîstan nikare bikeve herêmê.
Faysal Sariyildiz û kesên din ji roja ewil ve telefonî Navenda Komutayê ya Xizmetên Tenduristiyê yên Acîl ên 112an ên der barê avahiya ku lê birîndar hene de îxbar kirin lê derket holê ku di van îxbaran de 3 navnîşanên cuda hatine dayîn.
Dan zanîn ku hêzên ewlehiyê navnîşanên ku hatin dayin kontrol kirin lê birîndar nedîtin, kontrolên li avahiyên nêz û herêmê berdewam dikin.
Ji aliyê din ve Mehmet T. û Mehmet Y.yê hat tespîtkirin îdia dike ku ligel birîndaran in û telefonê şaxên çapemeniyê yên biyanî kirin heta niha ji ekîbên tenduristiyê daxwaza arîkariyê nekirine.