11 Îlon 2016•Rojanekirin: 11 Îlon 2016
ISPARTA
Di çarçoveya hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de, li Ispartayê 41 şikbarên ji ber ku bernameya ragihandinê ya bikrîpto 'ByLock' bi kar anîne sewqî dadgehê kiribûn, jê 34 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Ispartayê der barê kesên ku li ser medyaya civakî propagandaya hewldana derbeya 15ê tîrmehê kirine û bernameya ragihandinê ya bikrîpto 'ByLock' bi kar anîne lêpirsîn da destpêkirin. Isparta navend li 23 bajaran operasyon hat kirin û 60 kes hatin binçavkirin.
Ji van şikbaran kar û barên ewlehiyê ya 41 kesan temam bû. Ji van 32 kes hatin girtin û 9 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.
Karên ewlehiyê ya 19 şikbaran hê dewam dike.