11 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
BURSA
Mehmet Ocalanê birayê sergerdeyê rêxistina terorê PKKyê Abullah Ocalan, ji bo ku li Girava Îmraliyê kekê xwe ziyaret bike, hat Gemlîka navçeya Bursayê.
Mehmet Ocalan digel Mazlum Dînçê parêzerê Abdullah Ocalan, ber destê sibê li pêşiya Fermandariya Cendirmeyên Gemlîkê li benda temambûna miemeleyan e. Mehmet Ocalan di daxuyaniya xwe ya ku li vir da rojnamegeran da destnîşan kir ku ji bo ku biçe Girava Îmraliyê, ew li Gemlîkê ye.
Ocalan diyar kir ku tenê daxwaza wan ew e ku hevdîtin pêk were.
Piştra seba kontrola nasname û ewlehiyê Mehmet Ocalan û Dînç hildan Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê.
Li bendê ne ku piştî temambûna miemeleyan, Ocalan û Dînç berê xwe bidin giravê.
Bi minasebeta Cejna Qurbanê destûr dabûn serokê rêxistina terorê PKKyê Abdullah Ocalanê ku li Girtîxaneya Îmraliyê mehkûm e, ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan ra hevdîtinê bike.