05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
ANKARA
Di operasyona ku navenda wê Enqere ye û herwiha di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYyê da hat lidarxistin da 16 jê sûbay, 19 jê astsûbay bi tevahî 35 personelê muwazaf ê cendirme hatin girtin.
Di operasyona ku navenda wê Enqere ye û herwiha di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da li 20 parêzgehî hat lidarxistin da 16 jê sûbay, 19 jê astsûbay bi tevahî 35 personelê muwazaf ê cendirme hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya du lêpirsînên dijî FETO/PDYyê yên ku Serdozgerî dimeşîne da bi destê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Enqereyê li 20 parêzgehan operasyoneke ku navenda wê Enqere ye hat lidarxistin.
Di operasyonê da 16 jê sûbay, 19 jê astsûbay bi tevahî 35 personelê muwazaf ê cendirme hatin girtin.