Ekip
05 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê qeyrana di navbera Qeter û hin welatên ereb de got: "Di nav her şert û mercî de diyalog divê dewam bike ku pirsgirêk bi rêyeke aştiyane ji holê rabin. Ji ber vê rewşa heyî em xemgîn bûn. Ji bo ku rewş normal bibe jî çi ji destê me bê em amade ne ku piştgiriyê bidin."
Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sigmar Gabriel piştî civîna navbera heyetan civîna çapemeniyê li dar xistin.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der heqê krîza Qeterê û hin welatên ereb de jî got:
"Di nav her şert û mercî de diyalog divê dewam bike ku pirsgirêk bi rêyeke aştiyane ji holê rabin. Ji ber vê rewşa heyî em xemgîn bûn. Ji bo ku rewş normal bibe jî çi ji destê me bê em amade ne ku piştgiriyê bidin."