Önder Beyter
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ANKARA
Di 3yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDPyê da Parlementera Stenbolê Pervîn Buldan û Alîkarê Serokê Giştî Sezaî Temellî bi îmzeya delegeyan bûn namzedê Hevserokên Giştî.
Li kongreyê piştî axaftinan serîlêdanên Hevserokê Giştî hatin wergirtin.
Hevserokê Dîwanê Sirri Sureyya Onder ragihand ku ji aliyê delegeyan va Buldan û Temellî wekî namzedê Hevserokê Giştî hatin destnîşankirin.
Onder diyar kir ku wan serîlêdana hin delegeyan ku dixwazin Selahattîn Demîrtaş wekî Hevserokê Giştî bê pêşniyazkirin, pêşkêşî dîwanê kir. Li ser vê yekê Onder peyama ku Demîrtaş der barê mijarê da ji girtîgehê şand, xwend.
Demîrtaş di peyama xwe da diyar kir ji ber ku ew di girtîgehê da ye, loma nikare beşdariya kongreyê bike û wiha dewam kir, "Heger ji aliyê delegeyan va ji bo Hevserokê Giştî wekî namzed bêm destnîşankirin, spasiyên min pêşkêşî kesên ku ev pêşniyaz pêşkêş kirin, bikin. Ez naxwazim di kongreyê da wekî namzedê Hevserokê Giştî bêm destnîşankirin. Lêbelê ji xeynî vê ez amade me ku di organeke din a partiyê da peywirekî wergirim."
Onder bal kişand ku ji ber peyama Demîrtaş, wan miemele bi pêşniyaza der heqê mijarê da nekir û wiha got, "Heta heta serokê me ye. Ji rêza yekemîn jî endamê Meclisa Partiya me ye."