09 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
TBMM
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş wiha got, "Serokwezîr belgeyek ragihand. Belgeya ku jê ra dibêjin plana masterê qet di rojeva Tirkiyeyê da jî nema. Di navê da aştî, însan tune. Çekên çawa bêdeng bin, mirinên çawa rawestin, bi yek hevokê jî qala wê nayê kirin."
Demirtaş di Komcivîna HDPyê ya TBMMyê da axivî û destnîşan kir ku wan bi rojeveke pir biêş û jan dest bi hefteyê kir.
Demirtaş di axaftina xwe da qala operasyonên terorê yên li Cizîrê kir û wiha xeberda:
"Agahiyên qirêj li aliyekî, rewş wiha ye: Li ser wê kuçeyê di hundirê çend avahiyan da bi tevahî di navbera 70 û 90 kesî da însan hene. Beşeke girîngê van sivîl in, hinek ji wan xwendekarên zanîngehê ne ku beriya li Cizîrê qedexeya derketina derva bê îlankirin, ji bo piştgiriyê çûne Cizîrê, hinek jî xelkê Cizîrê ne."
- "Aniha cenazeyan li kolanan belav dikin"
Demirtaş îdia kir ku li Sûra navçeya Diyarbekirê hêzên ewlekariyê anons kirin ku dê ji hewa bombebaranê bikin.
Demirtaş bal kişand ku wan ji bo Cizîrê çendîn caran hewl dan û wiha îdia kir, "Bîst roj e hikûmetek li navçeyekê li ber çavan û qetlîamê dike. Qenaeta me ew e ku ev însan hemû hatin kuştin. Vê eşkere nakin. Vêga qetlîameke komî kirin û nikarin eşkere bikin. Ji bo ku bertekên gel nekişînin ser xwe roj bi roj eşkere dikin. Aniha wan cinazeyan li kolanan belav dikin, mîna ku cinaze li wir bûne."
Demirtaş îdia kir ku her kî mafê jiyanê diparêze wekî xaîn tê îlankirin û wiha xeberda, "Serokwezîr belgeyek ragihand. Belgeya ku jê ra dibêjin plana masterê qet di rojeva Tirkiyeyê da jî nema. Di navê da aştî, însan tune. Çekên çawa bêdeng bin, mirinên çawa rawestin, bi yek hevokê jî qala wê nayê kirin."
- Xebatên Destûra Nû ya Bingehîn
Demirtaş qala xebatên Destûra Nû ya Bingehîn kir û wiha got, "Karê sereke dê bi civîna sibê va dest pê bike. Lê di atmosfereke wiha da ev xebat nameşe, jixwe derûniya gel jî ji bo vê neguncaw e. Em di komîsyonê da ne, lê em ji bo teşhîra lêferzkirinên AKPyê li wir in. Mixabin hêviya me tuneye ku destûreke nû ya bingehîn dê bê dirustkirin. Ji xeynî serokatiyê başqe tu lêferzkirineke AKPyê tuneye."