22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li Şemdînliya navçeya Hekariyê 41 mayinên antîpersonel ên rêxistina terorê bi dest xist.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên eskerî hat hildan li Hekariyê tevgera li dijî terorê ya ku ji hêla hemû hêzên ewlehiyê va tê kordînekirin dewam dike.
Hereketê hêzên fermandariyên tumen û lîvayê, fermandariyên cendermeyan, yekîneyên komandoyê, esker polês û gundparêz jî tê da cih digirin didome.
Di çarçoveya hereketê da ji welatiyan gilî û gazin li fermandariya qereqola cendermeyan hat kirin û piştî nirxandina îxbarê hêzên ewlehiyê li rojavayê herêma Ortaklara ser Şemdînliyê lêgerîn kirin. Di encama kontrol û lêgerînê da hêzên ewlehiyê 41 mayinên antîpersonel ên malê Îtalyayê yên bi navê Valmara 69 ku endamên rêxistina terorê di nav qirşan da veşartibûn tespît kirin.
Mayinên antîpersonel ji bilî wesayîtan li hemberî mirovan tên bikaranîn û ji ber taybetiya xwe ya perçebûnê ew ne ji bo kuştinê bi tevahî ji bo birîndarkirin û seqet hiştinê hatine îmalkirin.
Ev mayin bi taybetî zirarê dide tegerên wesayîtên bizirx û wan dike xirbende.