22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim û Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê hatin bal hev û di hevdîtinê da lêpirsîna FETOyê, operasyona Mertalê Feratê û xebatên guherandina destûra bingehîn a biçûk hatin rojevê.
Hevdîtina Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di saet 10.00an da dest pê kir û qederê saetek û 45 deqîqe ajot.
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ji bo bi Serokwezîr Yildirim ra xeber bide hat Navenda Giştî ya AK Partiyê û Yildirim pêşwaziya Kiliçdaroglu kir û hevdîtin li meqama Yildirim hat kirin.
Piştî hevdîtinê Serokwezîr Yildirim, Kiliçdaroglu verê kir.
- Li ser xebatên guherandina destûra bingehîn a biçûk xeberdan
Di hevdîtina Serokwezîr Yildirim û Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu da xebatên li ser guherandina destûra bingehîn a biçûk hatin nirxandin û hat diyarkirin ku divê xebat demildest biqedin.
- Lêpirsîna der barê Rêxistina Terorê Fetullahî da hat rojevê
Di hevdîtina di navbera Serokwezîr Yildirim û Kiliçdaroglu da lêpirsîna der barê Rêxistina Terorê Fetullahî (FETO) da hat rojevê û Yildirim diyar kir ku di vê mijarê da hesas tevdigerin û dixebitin.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku di vê mijarê da kesên gilîdar guhdarî dikin û got ku di bin banê walîtiyan da lijneyan ava kirine ku kes mexdûr nebe.
- Kiliçdaroglu der barê Mertalê Feratê da hat agahdarkirin
Hat ragihandin ku Serokwezîr Bînalî Yildirim di hevdîtina bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ra kir da di mijara têkoşîna li dijî terorê û Tevgera Mertalê Feratê ya ku li Sûriyeyê tê meşandin da agahî da.