11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Recep Akdagê Wezîrê Tenduristiyê destnîşan kir ku 71 kesên ku di bûyerên terorê de birîndar bûn tên dermankirin.
Akdag di Civîna Nirxandinê ya Sala 2016an da bi nûçegihanên tenduristiyê ra hat bal hev û pirsên rojnamevanan bersivand.
Akdag li ser pirsa der barê birîndarên ku tên dermankirin da wiha got: "Ji ber bûyerên terorê vê gavê li nexweşxaneyan 71 kesên birîndar tên dermankirin. Ji ber bûyerên Beşiktaşa Stenbolê û peyra jî yên li Kayserî û Îzmirê. Em dikarin bibêjin rewşa 8 kesan giran e."
Akdag diyar kir ku rewşa Hakan Irmakê ku di erîşa Gazîentabê da birîndar bû jî baş e.