05 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
ANKARA
Esnaf û pîşesazên ku ji Halk Bankê krediyên faîza wê kêm stendibûn û ji ber bûyerên terorê zirar ditîne wê bikaribin piştî salekî deynê xwe bidin.
Lijneya Wezîran biryar da ku deynê esnaf û pîşesazan salekî bê taloqkirin. Biryara Lijneya Wezîran di Rojnameya Fermî de hat weşandin û kete rewacê.
Li ser vê biryarê deynê esnaf û pîşesazên li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex û Hekariyê û navçeyên li van bajaran yên ku kargehên wan zirar ditiye wê salekî bê taloqkirin.
Esnaf û pîşesaz divê ji îdareya kamuyê ya ku bi vê re eleqedar e nivîseke fermî bistînin û serî li bankaya ku deynê wan jê re heye bidin.
Esnaf û hunermendên ku dikanên wan ji bûyera terorê zirar dîtine dikarin hetanî dawiya salê bi nivîskî serî li Halk Bankê bixin.
- Di dema paşdaavêtinê da qirêdiya bi faîzeke kêm bê dayîn
Esnaf û hunermendê ku di çarçoveya biyarê da deynê wan paşda hatine avêtin heke bixwazin dikarin di dema paşdaavêtinê da bi faîzeke kêm ji bankeyê qirêdiyê bistînin. Kesên ku deynê xwe paşda avêtine nikarin qirêdiyê bistînin lê li gor biryarên Lijneya Wezîran ev hukma evê neyê bikaranîn û esnafê bikaribe qirêdiyê bistîne.
Heke hetanî dawiya serîlêxistina dema deyn û qirêdiyan ev pere paşda bê avêtin ji bo demên ku derbas bûne teqîbatê neyê kirin.
Ji ber deynên ku paşda hatine avêtin di dahata bankeyan da kêmasiyê çêbe, di vê mijarê da çiqas kêmasî çêdibe ew ê ji budçeya Misteşariya Xezîneyê bidin bankeyan.