Önder Beyter
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê der heqê biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da wiha ragihand, "Derbeyê li rola Amerîkayê ya ku li tevahiya dinyayê piştevanê demokrasiyê ye, dixe."
Di daxuyaniya Servîsa Peywendiyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê da wiha hat gotin, "Biryara îro derbeyê li rola Amerîkayê ya ku li tevahiya dinyayê piştevanê demokrasiyê ye, dixe."
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku Ewropa piştevanê "mayînde" yê pergala NYyê ya piralî û berfireh e û dê vê erka xwe jî bidomîne.
Nûnera Mayînde ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haleyê daxuyandibû ku welatê wê ji Konseya Mafên Mirovan a NYyê veqetiya û wiha gotibû, "Ev konsey hêjayî navê xwe nîne."