21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş li Qesra Çankayayê digel nûnerên Enqereyê yê rojname û televizyonan civiya û rojev nirxand.
Kurtulmuş destnîşan kir ku erê darbe hate paşekişkirin lê belê ji îro pê da emê bi têgihiştina "ji dêvla xwendîtinê, çavnêrî baştir e" tevbigerin.
Kurtulmuş ji ber hewlesta wan ya di vê pêvajoyê da spasiya hemî saziyên medyayê kir û got, "Ji hêla wijdanî û mirovahiyê, ji hêla welatperweriyê va medyaya Tirkiyeyê ji îmtîhanekê ra derbas bû û bi ser ket. Bêdudilî, heta bi wan medyayên ku di nava wan û hikûmetê da pirsgirêk jî hebûn li demokrasiyê û li îradeya gel xwedî derketin. Em spasdarê gelê xwe ne. Heger cesaret û feraseta gel nebûya dibe ku em îro li jiyanê nebana. Wilo tê fêhmê, em bi teşebus û hewldaneke ku tunekirina di serî da cenabê Serkomarê me ji xwe ra kiribûn amanc rûbirû bûn."
- "Sê çar talanbiran hewl da ku prestîja Hêzên Çekdar ên Tirkan binpê bikin"
Kurtulmuş anî ziman ku Tirkiye gelek caran rûbirûyê darbe û serdemên awarte bûye û got, "Ew hemî darbe gelekî xirab bûn lê belê dîroka Tirkiyeyê xirabiyeke wilo nedît. Armanca wan guherîna rêveberiyê nebû. Armanca wan ew bû ku li Tirkiyeyê kaoseke mezin derxin û di serî da cenabê Serokomarê me ji holê rakin û piştra jî siyasetmedaran. Wê Tirkiye parçe parçe bikirana û bihiştana ku weke Sûriyeyê her gundekî vî welatî di destê hêzekê keve. Dawiyê jî rê bidana dagîrkirina Tirkiyeyê ji aliyê hinek hêzên derva. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê di dîroka xwe da xayintiyeke wilo mezin nedîtiye."
- "Înşallah di nava 1-1,5 mehê da emê karê xwe biqedînin"
Kurtulmuş behsa îlana OHALê jî kir wisa axivî:
"Armanca me ew e ku heta ji dest me were em OHALê kurt bigirin. Înşallah berî 3 mehan di nava 1-1,5 mehê da emê karê xwe biqedînin, gavê pêwîst biavêjin û wê bi temamî Tirkiye normalîze bibe. Tirkiye ji 20ê temûza par va di bin êrîşa 2 rêxistinên terorê, PKK û DAEŞê da ye. Lê anuha rêxistineke ji van xetertir û metirsîdartir lê bi rêbazeke cuda xwe vedizandine nava sazî û dezgehên hikûmî, bi çek, firoke û tankên ku ji gel xesp kiribûn êrîş kirin. Anuha em neçar in ku berê xwe bidin vê rêxistinê û şiklekî hevwext pê ra micadeleyê bikin. Ji ber vê me hest bi pêwîstiya OHALê kir û me ev biryara da."