Türkan Tosun
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
MARDÎN
Bajarê Mêrdînê yê ku gelên ji nijad, ziman û çandên cuda lê dijîn, avahiyên bi keviran hatine çêkirin navdar e wek muzekeye servekirî ye û ji fîlm, rêzefîlm, belgefîm û klîban ra mazuwaniyê dike.
Di van demên dawîn de çêker û derhênerên ku dixwazin fîlm, rêzefîlm, belgefîm û klîban bikşînin car din berê xwe didin Mêrdînê û li vî bajarê qedîm xebatan dikin.
Di dîrokê de 25 şaristaniyên di nav de Sumer, Akad, Babîl, Hîtît, Asur, Urartu, Roma, Ebbasi, Selçukî û Osmanî hene li Mêrdînê jiyane. Niha ev bajarê bi nav û deng di qada sînemayê de jî navê xwe derdixe pêş.
- Şirketan ji bo amadekirina katalogan Mêrdîn hilbijartin
Cigirserokê Şaredariya Mezin û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew alîkariya wênekêş, derhêner, çêker û hunermendên ku tên bajêr dikin û wiha axivî: "Bi taybetî di salên dawîn da hunermend klîbên xwe li bajarê me çêdikin. Şirketên neteweyî û yên navneteweyî ji bo amadekirina katalogan bajarên me hilbijartin. Berê jî li Mêrdînê gelek rêzefîlm hatibûn kişandin. Em car din mazuwaniya gelek fîlm û rêzefîlman dikin."
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Alaaddîn Aydin jî behsa girîngiya bajêr kir û got gelek çêker serî li wan didin ku li Mêrdînê fîlm, rêzefîlm, belgefîm û klîban bikşînin, lê ew bi taybetî piştgiriyê didin senaryoyên çand, avahîsazî, xweşbînî û şaristaniya bajêr nîşan didin.
- "Ev der ji Romayê jî xweştir e"
Derhênerê fîlma "Mirazekî Bixwaze" Meta Akkuş jî anî ziman wî bi ekîbeke ji 50 kesan pêk tê va dest bi kişandina fîlmê kiriye û wiha axivî: "Dîmenên wisa xweş derdikevin holê ku mirov jê bawer nake. Em cihên wiha yên ku dîrok û dînên cuda li cem hev in êdî dikarin li ku bibînin? Ev der ji Romayê jî xweştir e. Fîlm wê di meha çileya pêşîn de bikeve vîzyonê."
- Lîstikvan heyranê vî bajarî ne
Lîstikvan Altan Erkeklî jî got ew kêfxweş e ku ew niha li vî bajarê sembola biratiyê ye û divê dinya vî bajarê mêvanperwer û platoya fîlman e nas bike.
- "Divê em vî bajarî biparêzin"
Lîstikvan Vîldan Atasever jî wiha axivî: "Hatina vî bajarî pirçandî xweş e. Dîmenên nuwaze hene. Divê em vî bajarî biparêzin. Li vir fîlmeke pir xweş tê kişandin. Min heta niha bajarekî wiha xweş yê ku fîlm lê hatiye kişandin nedît."