Türkan Tosun
27 Îlon 2018•Rojanekirin: 27 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Fuat Oktayê Cîgirê Serok beşdarî merasima vekirina Fuara Balafirgehan û Hewageriya Sivîl a Navneteweyî ya 2018an a Îstanbul Aîrshowê bû.
Oktay di mersimê da got ew kêfxweş e ku beşdarî fuarê bûye û wiha axivî: "Tê plankirin ku Balafirgeha Nû wek zêdahî ji bo 225 hezar kesan rasterast û nerasterast îstixdamê çêke. Bi vê jî Tirkiye wê bibe navenda nû ya sektora hewageriya sivîl û girava cazibeyê. Balafirgeha me ya nû digel prestîjê wê bibe marqeya me."
-"Hejmara seferên balafiran û rêwiyan pir zede bû"
Der barê rêjeya seferên balafiran û rêwiyan da jî Oktay wiha got: "Ji sala 2003yan vir va rêwî, bar û trafîka esmanî ku bi rêhewayê çûn û hatin, nêzî 5 qatî zêde bûye. Bi hewldanên 16 salên dawîn va seferên THYyê yên ku di sala 2003yan da digihîştin 50 welatî îro li 120 welatî digihêje 316 cihan. Îro bi 170 welatan ra peymana me ya gihandinê ya esmanî heye. Bi van peymanan va di navbera van welatên navên wan derbas dibin sefer tên kirin û cihên nû li ser van tên zêdekirin. Hejmara balafirên rêwiyan ên qeydkirî ji 167an derketiye 511an. Hejmara rêwiyan a ku di sala 2003yan da 34 milyon bû di sala 2017an da gihîştiye 200 milyonî."
- "Tirkiye bi ÎHA û SÎHAyên çêkir va di rêya bazara kurewî da dimeşe"
Oktay behsa teknolojiyên nû yên di qada eskerî da kir û wiha got: "Teknolojiyên di qada eskerî da hatin pêşxistin û qezenca hat bidestxistin bi geşedanên hewageriya sivîl ra dibê sînerjiyê bîne, vegere qezencên mezin."
Oktay got Tirkiye bi ÎHA û SÎHAyên çêdike va di bazara kurewî da pêşva diçe û wiha dewam kir: "Tirkiye bi ÎHA û SÎHAyên çêkir va di rêya bazara kurewî da dimeşe. Hem jî bi lez pêş dikeve. ÎHAyên me yên xwemalî yên Artêşa Tirkiyeyê û Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ji sala 2015an pê va di herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê da bi kar anîn di Konferans û Fuara Parastina Behrê ya Navneteweyî ya DOHAyê ya ku li Qeterê hat lidarxistin da hatin firotin û îxracata wê hat kirin. Dîsa di mijara teknolojiyên eskerî da firokeyên me yên Atakê yên derdikevin pêş jî ji bo hewageriya Tirkiyeyê rûmet in. Van rojan em ji bo Pakistanê dîsa 30 firkeyên êrîşê yên T129ê çêdikin."