04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
BÎNGOL
Cîgirserokê Koma HDPê Îdris Balukenê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da bi şev li Enqereyê hat binçavkirin û birin Bîngolê bi biryara dadgeha wê derê va hat girtin.
Baluken di çarçoveya lêpirsîna terorê da li mala xwe ya Enqereyê bi şev hat binçavkirin û ji bo îfadeyê bide ew şandin edliyeya Bîngolê. Dozgeriyê li wir îfadeyê Baluken hilda û paşê jî bi daxwaza girtin şand mehkemê.
Dadgehê jî ji bo girtinê biryar da û Balûken hat girtin.
Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Nursel Aydogan û Parlementera HDPê yê Şirnexê Leyla Bîrlîk ên ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Karûbarên îfadedayînê yên li edliyeya Şirnexê yê Encu, Bîrlîk û Aydogana ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hatibûn binçavkirin hatin temamkirin.
Encu, Aydogan û Bîrlîk bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya cezayê silhê kirin.
Der heqê Aydogan û Bîrlîkê da biyara girtinê hat dayîn û karûbarên Encu yên li mihkemeyê hê dewam dikin.