04 Mijdar 2016•Rojanekirin: 06 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
PKKya rêxistina terorê ya ku êrîşên xwe li bajaran jî dike piştî ku bi operasyonên hêzên ewlehiyê derbeyeke mezin xwar êrîşên xwe yên li bajaran berdewam dike.
Li Baglara navçeya navendî ya Diyarbekirê li texma avahiya Şaxa Çevîk Quwetê ya Midûriyeta Ewlehiya Diyarbekirê ku li ser Bulwara Aydin Arslanê ye mensûbên PKKyê bi wesayîta bombebarkirî va di saet dora 08.00an da êrîş kirin.
Di êrîşa endamên PKKyê da 2 polês şehît ketin û 6 welatî mirin û di nav da zarok ji 100î zêdetir kes birîndar bûn.
Di dema êrîşê da hin kes li rawestgehê bûn hin kes jî diçûn xwendingehê
Di êrîşa ku li ciyê herî qerebalix a Baxlarê hat kirin da dîsa welatiyan zirar dît.
Xwendekarên di rêya xwendigehan da û welatiyên ku diçûn karên xwe di tesîra teqînê da man, bi sedan kesên ku birîndar bûn an li rawestgehê bûn an jî bi wesayîtên xwe diçûn karên xwe.
6 avahiyan zirar dît
Di êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê bi teqemeniya ku ji tonekî zêdetir va kirin da bi sedan xanî û dikanî zirar dît.
Di teqîna mezin da 6 xaniyan zirareke mezin dîtin, dîwarê gelek xaniyan ji ber çûn ji ber vê jî hin welatî di binê enqazê da man.
Xaniyên kîlomêtreyek dûr bûn jî zirar dîtin
Ji ber tundiya teqînê cam û paceyên xanî û dikanên ku kîlometreyekî zêdetir ji cihê bûyerê dûr bûn jî şikestin. Esnafên zirar gihîşt mal û dikanên wan şaş û metel man lê paşê dest bi paqijkirin û temîrê kirin û ji bo vê hewl dan.
Hat dîtin ku piştî teqînê gelek malbat zarokên xwe ji mektebê birin.
Ji meha adarê vir va 80 welatî hatin kuştin.
Rêxistina terorê di êrîşa ku 13ê adarê li Meydana Kizilayê ya Enqereyê li dar xist da 36 kes kuşt, 19 jê giran 125 kes jî birîndar kir û rêxistinê ji wê rojê vir va êrîşên li ser welatiyan zêdetir kir.
Di êrîşên rêxistinê da Ahmet Budakê ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê Sermawezê da li Hekariyê namzedê 1mîn ê AK Partiyê bû û kesên wek Mehmet Şerîf Dogu, Aydin Muştu, Deryan Aktert jî di nav da 80 welatî hatin kuştin û 449 kes jî birîndar bûn.