Nihat Kavşut
18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
MADRÎD
Di pêşbirka ewil ya çaryekfînala Kupaya Kral ya Îspanyayê da Barcelona li deplasmanê li hember Espanyolê 1-0 têk çû.
Di derbiya kupayê ya li Katalonyayê da li Stada Cornella-El Prayê Espanyolê Barcelona ezimand.
Di nîva ewil da Barcelonayê her çiqas gelek pozîsyon bi dest xist jî nîva ewil 0-0 beramber qediya.
Di nîva duyem da Barcelonayê penaltiyek qezenc kir û di deqîqeya 62an da Lionel Messî li gogê xist lê qeleparêz Diego Lopez ji koşeyê gog derxist. Di deqîqeya 88an da Oscar Melendo gol avêt û Espanyolê li deplasmanê Barcelona 1-0 têk bir.
Bi vê encamê Barcelona piştî 29 pêşbirkan ku timî qezenc dikir têk çû.