Fatih Gazioğlu
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Barcelonayê tîma Lîga Îspanyayê ya ku bi navê "La Masîayê" dihat nasîn, êdî şibiya rojên berê nikare gogvanên nû perwerde bike. Barcelona ev demek e bi pereyên mezin gogvanan transfer dike.
Barcelonayê demekê di tesîsên xwe de gogvanên stêrk yên ku şibiya Lîonel Messî, Xavî Hernandez, Andres Inîesta û Carles Puyol perwerde dikir.
Li gor nûçeya malpera "Transfermarkt" a Alman, tîma Barcelonayê ev sezona 2017-2018an de heta niha 312,5 milyon ewro pere xerc kir û di sezonekê da bû kuluba ku herî zêde pere xerc kiriye.
Barcelonayê ji bo Coutînhoyê Brezîlyayî 102 milyon ewro da. Ji bo Dembele jî 105 milyon ewro da. Ji bilî van Barcelonayê bona Paulînho 40 milyon, bona Nelson Semedo 30,5 milyon, bona Gerard Deulofeu 12 milyon û bona Marlon jî 5 milyon ewro pere xerc kir.
5 tîmên ku di salekê de seba transferê herî zêde pere xerc kirin ev in:
| Kulup | Heyam | Bihayê bonservîsa wan (Ewro) |
|---|
| 1 | Barcelona | 2017-2018 | 312,5 milyon |
|---|
| 2 | Real Madrîd | 2009-2010 | 257,4 milyon |
|---|
| 3 | Manchester Cîty | 2017-2018 | 249,3 milyon |
|---|
| 4 | PSG | 2017-2018 | 238 milyon |
|---|
| 5 | Chelsea | 2017-2018 | 216,8 milyon |
|---|