HAKKARÎ
Di tesîsa kanê ya ku li çiyayê Meskanê hat avakirin de çinko û zirîç tê derxistin û îxracî Çîn, Îran, Kore û welatên Asyayê tê kirin.
Karsaz Îsmet Olmez di sala 2006an de li Hekariyê tesîseke kanê ava kir. Kanên ku ji vê tesîsê tên derxistin di fabrîqeyê de tên safîkirin û ji wir jî îxracî welatan dibe.
Ev kargeh ji bo 200 kesan bû deriyê debarê û Hekarî jî ji hêla îxracatê ve dewlementtir bû.
Xwediyê Kana Meskan-Olmezê Îsmet Olmez ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji 2006an vir ve ew li Hekariyê kanê derdixin.
Olmez got ku ji ber bûyerên terorê kes li herêmê kar nake, lê dîsa jî di demeke wisa bitalûke de bi derfetên xwe ve me gavên ewil avêtin û dest bi vî karî kir. Olmez wiha axivî: "Ewil me bi wesayîtên kirêkirî û pişt re jî yên xwe ve karê xwe pêşve bir. Di 2006an de me 25 hezar ton kan îxrac kir û piştî salekî jî me bingeha vî karî xurttir kir û 27 hezar ton ixrac kir. Ji ber ku ev der ne herêma pîşesaziyê ye me 400 hezar dolar pere ji bo barkirinê da. Fabrîqeya me niha dixebite û me ji serî heta niha 3 hezar ton zirîç îxrac kir. 14 hezar ton çînko konsantre kir. Hîn jî kêmasiyên me hene, lê em hewl didin ku kêmasiyan ji holê rakin."
"Ev der ji bo 200 kesî bû cihê debarê"
Karsaz Olmez got ku salên 1990î de ji ber pevçûnan hemû gundên Hekariyê hatin valakirin, welatiyan koç kir. Ji ber vê li herêmê bêkariyeke mezin çêbû û wiha got: "Ev der ji bo 200 kesî bû cihê debarê. Ev jî nîşan dide ku em karekî baş dikin. Ez bangî hemû karsazan dikim ku bila li herêmê kargehan vekin. Kal û bavên me li ser vê axê jiyan û em jî dijîn. Bi pereyên tên qezenckirin ve li bajarên rojavayê kargehan vekirin ne çare ye. Bila li vir kargehan vekin û diayên van mirovan hildin."