06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Koma Elvanê ji bo ku nîşan bide li Tirkiyeyê piştî hewla derbeyê ya 15 tîrmehê hemû kar û bar bênavber didomin ji 50 welatî 150 şirîkên xwe anî Stenbolê.
Şirket ji bo ku fikr û ramanên karsazên ji derveyê welêt ên li ser Tirkiyeyê zelal bike û qisaweta wan ên der barê bazara îxracatê da ku ji ber hewla derbeya 15 tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) pêk hat, ji holê rabike gavek avêt û ji 50 welatî 150 karsazên bi wan ra kar dikin li Stenbolê ezimand.
Di civîna ku bi sernava "Bi hev ra ber bi lutkeyê va" hat kirin da ji bo karsazên biyanî peyama li Tirkiyeyê hilberandin bênavber dewam dike hat dayîn.
Xwediyê şirketa K.K Intersweeta li Hindistanê Raj Baîd Kumar ê ku beşdarî civînê bû diyar kir ku bazirganiya wan a bi Tirkiyeyê ra her ku diçe çêtir û baştir dibe û ji ber ku li Tirkiyeyê derbe bi ser neket ev yek bi kêrî herdu welatan jî hat û wî got ku baweriya wan bi aboriya Tirkiyeyê heye û ji ber vê jî ji xwe li Hindistanê bi hev ra şirîkatiyê dikin.
Ibeh Henry Chinagoromê rêvebirê AG Globala navenda wê Nîjerya ye jî ragihand ku têkiliya wan a bi Tirkiyeyê ra bi saya veberhênan û îstiqrara aboriya Tirkiyeyê bi pêş ket û got ku dixwazin ew tiştên li Tirkiyeyê tên çêkirin bikin her mala wê Nîjeryaya ku ji 180 milyon kesî pêk tê.
Xwediyê şirketa J2koreayê li Bakurê Koreyê ye Lee Jînhwan jî destnîşan kir ku bi Tirkiyeyê ra par dest bi bazirganiyê kirin û bi vê sayê jî ji bo naskirina Tirkiye û gelê wê jî bûn xwedîfersend û herî nas kirin bazirganiya xwe jî zêde kirin û wiha pê da çû: "Lê piştî ku em hatin vê derê û me bi çavên xwe ev tişt dîtin ew baweriya me ya bi Tirkiyeyê hebû nû bû."
Serokê Koma Elvanê Hîdayet Kadîroglu jî got: "Karsazên biyanî bi taybetî ji ber Rewşa Derasayî ji bo hilberîn û sewqiyata ku wê bê kirin teahudê dixwazin û vê yekê dipirsin. Lê dema em ji wan ra qala sedema rewşê dikin û dibêjin dewlet ji bo ku kar û barê xwe baştir bike ev yek kiriye rewacê, wê demê ew van şirîkan me çêtir fehm dikin."