06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
KAYSERÎ
Li Qeyseriyê di çarçoveya hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de, der barê 147 mamosteyên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî ve ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin operasyon dan destpêkirin ku bên girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Qeyseriyê der barê 147 mamosteyan de biryara girtinê da. Hinceta biryara girtinê jî "endamtiya rêxistina terorê ya biçek", "Ji bo ku hikûmeta Komara Tirkiyeyê têk here hewldayîn" hat eşkerekirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî 147 mamoste ji wezîfeyê dûr xistibû û hatibû tespîtkirin ku wan bernameya ragihandinê ya bikrîpto xebitandine.
Bi 400 polîsan ve li hin navnîşanan operasyon hat kirin û hin şikbar hatin binçavkirin.
Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Qeyseriyê kontrola wan a tenduristiyê hat kirin.
Li hember şikbaran operasyon dewam dike.