06 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
SÎÎRT
Li Erûha navçeya Sêrtê 2 terorîstên PKKyî hatin kuştin.
Li gor agahiya ku hat hildan, tîmên Herekata Taybet ên Cendirmeyê li ser îxbara 'terorîst ji bo li navenda bajêr bi wesayita bombe barkirî çalakiyê li dar bixin amadehiyê dikin' li çoltera Erûhê bi şev operasyon dan destpêkirin.
Helîkoptera Atakê a ku ji 3yemîn Fermandariya Tûgaya Komandoyê ya Sêrtê bi firê ket jî ji hewayê va alîkarî da operasyonê. Di operasyonê da 2 terorîst hatin kuştin.
Wesayita bombebarkirî ya ku terorîstan plan dikir ku di êrîşê da bi kar bînin, ji aliyê pisporên bombe îmxayê va bikontrol hat teqandin.
Li herêmê ji bo qefaltina terorîstên ku revîn operasyon hat destpêkirin.
Cesedê her du terorsîtan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexwexaneya Dewletê ya Sêrtê.