İbrahim Atmaca
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
KILÎS
Wesayîtên eskerî yên ku ji bo teqwiyeyê ji yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê ra hatin şandin, gihîştin Kilîsê.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji yekîneyên bajarên cuda cuda yên Tirkiyeyê konvoyeke ji 7 TIRên ku obusên Firtoneyê pêk tên, gihîştin navçeya Mûsabeyliyê.
Wesayît di bin tevdîrên asayîşê da ji bo yekîneyên li ser sînor wek teqwiye hatin şandin û li ser sînor derbasî cihên xwe yên wezîfeyê bûn.
Ji aliyekî din va obusên Firtoneyê li Efrîna herêma Sûriyeyê dijî hedefên terorê gulebaranê didomînin.