Önder Beyter
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Midûrê Herêma Yekemîn a Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Ahmet Kocaman diyar kir ku li Stenbolê heya roja înê serma wê dewam bike û wiha xeberda, "Li Stenbolê roja çarşemê piştî nîvro germahiyê bişkê. Tê texmînkirin ku danê êvarê wê şilope bibare. Berfa ku wê êvara çarşemê dest pê bike, wê heya roja pêncşemê serê sibê dewam bike."
Li gorî texmîna dawîn a meteorolojiyê, pêla hewaya sar û berfê wê Stenbolê bixe bin tesîra xwe.
Midûrê Herêma Yekemîn a Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Kocaman di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku herêm wê têkeve bin pergaleke nû ya berf û sermayê.
Kocaman diyar kir ku li Herêma Marmarayê li Trakyayê wê ji sibê pê va berf dest pê bike, roja çarşemê jî deverên kêleka behrê ne tê da li Edîrne, Kirklarelî û bakurê Tekîrdaxê berf wê bibare.
Kocaman destnîşan kir ku roja çarşemê ji bo Stenbolê jî şilî dixuyê û wiha pê da çû:
"Roja çarşemê piştî nîvro germahiyê bişkê. Tê texmînkirin ku danê êvarê wê şilope bibare. Berf wê li hêla Ewropayê bi şev heta saet 03.00yan, li hêla Anadoluyê jî heta saet 07.00-08.00an dewam bike. Berfa ku wê êvara çarşemê dest pê bike, wê heya roja pêncşemê serê sibê dewam bike."
Kocaman herwiha bal kişand ku ev berf, berfeke pir zêde nîne û ji ber hindê jî ew pêşbîniya wê yekê nakin ku li ser trafîkê bandorê bike.