Wezîrê Karên Derve Davûtoglû û Serokê berê yê Parlementoya Tataran a Qirimê û Parlementerê Parlementoya Ûkraynayê Mistefa Kirimoglû li Wezareta Karên Derve hevdîtin kir. Davûtoglû û Kirimoglû piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Ji Davûtoglû helwesta Tirkiyeyê ya li hember referandûma li Qirimê û gavên ku dê ji niha pê ve bên avêtin hat pirsîn. Davûtoglû li ser van pirsan got ku "Referandûma ku duh hat kirin, ne referandumeke wisa ye ku di wir de vîna azad a li gor standartên navneteweyî hatibe nîşandan. Ne pêkan e ku mirov bibêje di referandumê de çavdêr hebûn û her kes beşdarî referandûmê bû. Di heman demê de jixwe derhiqûqî ye ku di çarçoveya destûra Ûkraynayê û lihevkirina Bûdapeşteyê ya 1994an de der barê yekîtiya xaka Ukraynayê de referandûm bê kirin."
Davûtoglû bi bîr xist ku di çarçoveya lihevkirina Bûdapeşteyê de, temînat dan ku dê yekîtiya xaka Ukraynayê bê parastin û li ser vê yekê Ukraynayê dev ji çekên nukleer berda. Davûtoglû got: "Di bin lihevkirina Bûdapeşteyê de îmzeya Rûsya, Îngilistan û Amerîkayê heye. Lihevkirina Bûdapeşteyê jixwe wek metneke navneteweyî vê referandûmê meşrû nabîne."
Davûtoglû destnîşan kir ku referandûmên der barê yekîtiya xakan de dibe ku bibin sedem ku qeyranên rawestiyayî yên li herêmê nişka ve li gelek welatan dîsa derkevin holê. Davûtoglû got: "Mijara yekîtiya xaka Azerbaycanê, ya Gurcistanê, ya Moldovayê nabe nîqaşa tu referandûmê. Heke carek rê bidin vê dê bêîstiqrarî wek kevirên domînoyê bê herêmê."
Davûtoglû got ku "Me dixwast ku ve referandûm qet çênebe û em niha wisa difikirin ku ev referandûm pûç e."
-"Tu meşrûiyeta vê referandûmê tuneye"
Ji Davûtoglû pirsîn ka gelo dê Tirkiye encama vê referandûmê qebûl bike an na û di mijara tengavkirinê ya YEyê yên ji bo Rûsyayê de dê helweta wî çawa be. Ji daxuyaniyên Davûtoglû yên di civîna çapemeniyê de hat fehmkirin ku referandûm nayê naskirin û Davûtoglu got ku "Min vê yekê bi awayekî eşkere got. Tu meşrûiyeta vê referandûmê tuneye."