Elif Orhan
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 01 Sibat 2019
MUŞ
Li Mûşê xwedîkerên heywanan ji ber berfa gur di peydakirina êm de zehmetiyan dikşînin.
Berf li tevahiya bajêr tesîreke neyinî li ser jiyanê dike.
Li herêma ku sitûrahiya berfê hin cihan heta 2-3 metroyan derdikebe xwedîkerên ajalan ji bo ku ji heywanên xwe re êm bibînin gelekî hewl didin.
Mucahît Rençberê ku li gundê Tabanliya girêdayî navendê heywanan xwedî dike daxuyaniyek da û got ku li gelek gundan kêmasiya êm heye.
Rençber qal kir ku îsal li gor par bêtir berf barî û wiha axivî: "Êma ku me havînê ji bo heywanên xwe stok kiribû kêm dibe. Heywanên me ji ber berfê nikarin ku di merayan de biçêrin. Ji ber ku îsal zivistanê dirêj derbas kir bihayê ka jî zêde bû. Tona kayê derket 800 lîreyî. Heke hewa sar û bi şilî derbas bibe dê peydakirina kayê gelekî zehmet be."
Hamdullah Ardîlê ku li gundê Guzeltepeyê pez xwedî dike jî got ku heta îro kêm zêde 80 ton êm da 250 pezên xwe.
Ardîl diyar kir ku rojê du caran êmê dide pezên xwe û wiha axivî: "Ji ber ku piraniya mehên me zan em mecbûr in ku êmê bidin wan. Heke berf dewam bike divê em 20 ton kayê din bistînin. Lê peydakirina ka zehmet e. Bihayên kayê jî zêde bû."