Haydar Şahin
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn got Tirkiye ber bi hedefên xweyên sala 2023yan dimeşe û wiha axivî: "Ji bo bigihêjin hedefên xwe bi tenê xebata aliyekî têrê nake. Dibê jin jî bi mêran ra bixebitin û tevkariyê bidin pêvajoyê."
Şahîn di merasima vekirina "Pêşengeha Destkarê Jinên ji Rojhilatê Hatine Stenbol ya 12an" a ku bi destê Navenda Civakê ya Pirarmancî (ÇATOM) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat amadekirin da axivî û diyar kir ku Meydana Siltan Ehmed ji şaristaniyekê ra malxwedîtiyê dike.
Şahîn destnîşan kir ku jinên ji Herêma GAPê li Stenbolê pêşengehekê vedikin, ev tiştekî girîng e û wiha axivî: "GAP qadeke li bakurê Mezopotamyayê ye. Piraniya şaristaniyên Anadoluyê li wê derê berhemên xwe çêkirine. Dema lê mêze dikin dibînin ku tevahiyê Anadoluyê wekî muzeyeke servekirî ye. Tu dibê her aliyek nîşana şaristaniyekî, abîdeya şaristaniyekî ye. Berhemên li ser û binê erdê îspat dikin ku ev erda çiqasî dewlemend e."
Walî Şahîn diyar kir ku wekî rêça Anadoluyê ya dewlemend jin îro li Meydana Siltan Ehmedê berhemên xwe pêşkêşî merivên ji herêmên cuda yên dinyayê hatine Tirkiyeyê dikin û wiha pê da çû:
"Ya rastî ÇATOMê îmkan da jinên ku ji gelek tiştan mehrûm mane û pêbaweriya wan a ji bo xwe zêde kir. Nika cesaretê dide wan ku tevkariyê bidin xebatan."
Şahîn got Tirkiye ber bi hedefên xwe yên sala 2023yan dimeşe û wiha axivî:
"Ji bo bigihêjin hedefên xwe bi tenê xebata aliyekî têrê nake. Dibê jin jî bi mêran ra bixebitin û tevkariyê bidin pêvajoyê. Dibê herî kêm ji sedî 70-75ê civakî tevlî îstixdamê bibe ku dahata neteweyî ya serê merivekî derkeve 25 hezar dolarî. Ev ji bo hemû astên îstixdamê, zêdekirina qalîteyê, ber û bereketê girîng e. Ji ber vê jî dibê hemû ferdên civakê -jin an jî mêr ferq nake" wesfên xwe pêş bixin. Rêya vê jî ji saziyên qurs, perwerde û îmkanan ra derbas dibe.
Bi îzna Xwedê her diçe qalîteya berheman zêde dibe. Bi zîna Xwedê em ê di salên pêşiya xwe da berhemên ji van jî çêtir bibînin."