12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
ÎZMIR
Atalay Filizê ku bersûcê 3 cinayetên Stenbol û Enqerê ye û polês lê digeriya, li Menderesa navçeya Îzmirê hat girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Emniyeta Navçeya Menderesê li ser êxbareke ku hat gotin, yekî ku dişibe Atalay Filiz li navçeya Menderesê li mînîbuseke rêwiyan siwar bû ku biçe Îzmirê. Ekîban li ser vê êxbarê xebat da destpêkirin.
Ekîban li nêzî Midûriya Emniyeta Navçeya Menderesê minîbus da sekinandin û kesê ku çente li piştê ye û dişibe Atalay Filiz ji bo tesbîtkirina nasnameyê û ji bo şoptiliyê bir emniyetê.
Li emniyetê piştî lêkolînê derket holê ku ew kes Atalay Filizê ku 3 kes kuştine ye.
Piştî ku polês wek bersûcê 3 cinayetan li Filiz digeriya û nûçe der heqê wî da hatin weşandin, li gelek bajêran êxbar ji polêsan ra çû ku wan ew dîtiye.
Cinazê Fatma Kayikçiya ku diya 2 zarokan e, mamosteya dîrokê ye û li taxa Postaneya li kolana Yaliboyuya Tûzlayê rûdinişt,di 28ê gulanê da li ber mala wê hatibû dîtin. Hatibû ragihandin ku Atalay Filiz ji bilî kuştina Kayikçiyê, Goktug Demirarslan û hevala wî ya bi navê Elena Radchikova jî kuştiye.
Ji bo cinayetên Enqerê polês 3 sal bûn li Atalay Filiz digeriya. Hatibû gotin ku Filiz jî bi nasnama sexte va çûbû derveyî welêt demekê şûnda vegeriya bû Stenbolê û xwe bi nasnavekî din dida nasîn.
Midûrê Ewlehiyê yê Îzmirê Celal Uzunkaya der barê girtina Atalay Fîlîz de got: "Îro serê sibê di saet 07.30an de welatiyekî me telefonê xeta 155an kir û îxbar kir ku wî kesekî dişibe Atalay Filiz di mînîbuseke ku sefera Gumuldur û Îzmirê dike de dîtiye. Li ser vê polêsan tevdîr hildan. Filîzê ku jê ketine şikê sîwarê mînîbuseke din bûbû, li ser agahiya welatiyê me di hundirê wê mînîbusê de hat girtin."