12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ANKARA
Kozikên rêxistina terorê DAEŞê yên ku amadehî dikirin ku ji bakurê Sûriyeyê êrîşî Tirkiyeyê bikin ji hêla balafirên şer ên hêzên koalîsyonê ve hatin bombekirin. Di êrîşê de 8 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ewlehiyê, duh hat tespîtkirin ku endamên rêxistina terorê DAEŞê amadehiyan dikin ku ji bakurê Sûriyeyê êrîşî Tirkiyeyê bikin.
Li ser vê 11 kozikên wan bi roketên katyuşayê û guleyên hawanê ve hatin îmhekirin.
Ji bilî vê balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî ji hewayê operasyon birin li ser herêmên Cakka û Duvaybîkê. Di encamê de 8 terorîst hatin kuştin.
Herêmên Guzel Mezra û Yenî Yaban ên ku di destê rêxistina terorê DAEŞê de bûn jî kete destê muxalifan.