11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Serokê Komeleya Kurdên Serbixwe yên ji Sûriyeyê Evdilezîz Tammo got: "Em PYDyê wek nûnerê gelê kurd nabînin. Him alîgirê rejimê ye û him jî li dijî gelê Sûriyeyê û him jî li dijî gelê kurd têdikoşe."
Komeleya Kurdên Serbixwe yên ji Sûriyeyê ku di demeke nêz da hat avakirin û wek "Rabitaya Kurdên Serbixwe" tê jî binavkirin di çarçoveya xebatên xwe yên nasandinê da di otêleke li Şanliûrfayê da bi beşdarbûna nêzî 100 endamên ku ereb û êzdî jî di nav wan de hebûn, civîn kirin.
Serokê Komeleyê Evdilezîz Tammo daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku li bakurê Sûriyeyê gelek kurdên tevlî PYDyê nebûne hene.
Tammo got ku ew dixwazin komên kurd di bin banê saziyên civakî yên sivîl da bînin bal hev û bi vê armancê ji bo civînê ji civata kurdan gazî bijîşk, endazyarên serbixwe, axayên eşîran û gelek kesên din kirin.
Di axaftina xwe da Tammo diyar kir ku ew li dijî rejima Sûriyeyê û PYDyê ne û wiha dewam kir: "Em wan însanên serbixwe yên ku li dijî rejima Sûriyeyê ne û xwedî li pirsgirêka kurd derdikevin û diparêzin tînin bal hev. Wek komele daxwazeke me ji wan heye. Em li dijî gelê Sûriyeyê nînin li hemberî rejimê em dixwazin bi hev ra têbikoşin. Em guherîna Sûriyeyê dixwazin û ew kes in. Ji bo ev yek bi cih bê emê bi gelê Sûriyeyê ra bixebitin. Armanceke me ya cihê tuneye em dixwazin ku rejim biguhere. Him li Tirkiyeyê û him jî li Sûriyeyê em li dijî rêxistinên terorê yên wek PYD û DAEŞê ne. Em li dijî hemû muameleyên terorî yên ku li dijî gelê kurd tê kirin in. Em PYDyê wek nûnerên gelê kurd nabînin. Him alîgirê rejimê ye û him jî li dijî gelê Sûriyeyê û him jî li dijî gelê kurd têdikoşe. Em piştgiriyê didin Encumana Niştimanî Kurd li Sûriyeyê."
Alîkarê Serokê Komeleyê Redîf Mistefa jî destnîşan kir ku li Sûriyeyê şerê navxweyî her ku diçe xerabtir dibe peymana agirbestê jî ji hêla rejimê va nayê sepandin û rê li ber civînên kesên dijî rejimê ne jî tê girtin.