Abdullah Tel
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, Walîtiya Stenbolê û Şirketa Lîmîted a Reklamkeriya Mexsûs ji bo ku xwendekarên serkeftî yên ji 23 bajaran li Stenbolê biezimînin, protokola hevkariya çand û hunerê îmze kirin.
Li gor agahiya ji ser malpera înternetê ya Walîtiya Stenbolê hat weşandin û ji bo îmzekirina protokolê jî li walîtiyê merasima îmze avêtinê hat kirin. Di protokola hevkariyê da Alîkarê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Mustafa Safran, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya û Serokê Lijneya Rêvebirina Şirketa Lîmîted a Reklamkeriya Mexsûs Cem Korur cih girtin û peyman îmze kirin.
Di çarçoveya protokola hevkariyê da ji 23 bajarên li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xwendekarên ku di pêşbaziyan da biserketin wê tevlî mamosteyên xwe li Stenbolê bên ezimandin.
Xwendekarên di pêşbaziyan da xelat qezenc kiribin bi qasî du rojan li Navenda Hunerên Performansê ya Îstanbul Zorlu Centerê jî wê beşdarî fealiyetên bên kirin, bibin.
Di çarçoveya protokolê da xwendekarên ku li Stenbolê bên ezimandin wê bi xebatên atolyeyê va bi hin hunermendan ra bixebitin.
Walî Yerlîkaya diyar kir ku ji bo xwendekarên ji 23 bajaran rojhilatê bên ewê mazuvaniyê bikin û wiha pê da çû: "Zarokên me bi saya fealiyetan wê wexta xwe xweş derbas bikin, bajarê me çanda bajarê me, wê ji nêz va bibînin û hîn bibin."