Nihat Kavşut
31 Tebax 2018•Rojanekirin: 01 Îlon 2018
BALIKESÎR
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Bi dolar û molaran tu wextê nikarin vî gelî têk bibin."
Erdogan li Balikesîrê nimêja înê li Mizgefta Zaganos Mehmet Paşa kir û piştî nimêjê xitabî welatiyan kir.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser aboriyê û wiha got: "Bi dolar û molaran tu wextê nikarin vî gelî têk bibin."
Erdogan got gefa aboriyê ya Rojavayê, îlankirina şerê aboriyê yan jî tu tiştekî din nikare me têk bibe.