Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li "Merasîma 2015an a Xelatên Aboriyê" ya li Balkonûk Centerê de qala pêvajoya çareseriyê kir.
Erdogan diyar kir ku têgihîştineke nexweş a ku hêviya xwe bi bûyerên kolanan, bi çalakiyên vandalan û bi têkçûna pêvajoya çareseriyê ve girêdane heye û der barê kêşeya Kurdan de wiha got:
"Hûn hê jî lê dinêrin, hebe tunebe pirsgirêka Kurdan. Birayê min çi pirsgirêka Kurdan? Êdî tiştekî wiha tuneye. Min di sala 2005an de di axaftina xwe ya li Diyarbekirê de ev eşkere kir. Min çi got? Li vî welatî her nijadek pirsgirêkê wî yê cuda heye. Duhê dema ku ez bi birayên xwe yên Roman (mitrip) re jî hatim bal hev min dîsa got. Pirsgirêkên birayên min ên Roman jî hene. Yên Tirkan jî hene, yên Lazan jî hene û yên Abazayan jî hene. Pirsgirêka Boşnakan jî heye. Yê hemûyan heye. Lêbelê çareserkirina van kêşeyan peywira kî ye, helbet bêşik wezîfeya hikûmetan û rêveberiyan e. Em van dikin, belê em dikin. Birayê min çiyê te kêm e? Wekî kurdekî tu li vî welatî bûyî Serokomar? Belê, bûyî. Te Serokwezîr derxist? Belê, derxist. Te Wezîr derxist? Belê, derxist. Te ji bo qedemeyên bilind ên dewletê rêvebir şand û dişînî? Belê. Tu di Hêzên Çekdarên Tirk de heyî? Belê, heyî. Tu êdî çi dixwazî, çi dixwazî?"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Ser xatirê Xwedê, ji me cuda çiyê we heye? Her tiştê we heye. Bi salan rêya we tunebû, me ji we re rê çêkir. Em balafirgeha çêdikin, lê nahêlin ku em li Hkariyê balafirgehê avabikin. Me evan çêkirin. Makîneyên mitehîd û karsazan dişewitînin. Tu çima dişewitînî. Ka te xizmet dixwast. Me li Îdir, Agirî û Qersê balafirgeh çêkir. Vî dewletê tu cudahî kir? Çi li rojavayê çêkiribe heman tişt li rojhilatê û li başûrê rojhilatê jî çêkir. Birayên min derd cuda ye. Me polîtîkayên redê kir binê piyên xwe. Birayêm min me polîtîkayên asîmîlasyonê kirin binê piyên xwe. Me polîtîkayên înkarê kirin binê piyên xwe. Ji ber ku me ev got. Me ji ber xatirê aferîner ji aferîde hez kir, em hez dikin û em ê hez bikin."
- Nîqaşa partîgirtinê
Serokomar Erdogan li ser nîqaşa partîgirtinê jî sekinî û wiha xeberda:
"Heke ku serokê partiyekî sûc kir ji wî re ceza bide, heke ku endamên wî sûc kirin ji wan re ceza bidin, lê tu çima ji partiyekî re vê cezayê didî? Bo nimûne îro 22 milyon dengdêrên partiya deshelatê heye. Dema ku we ew partî girt, ev tê çi wateyê, tê wê wateyê ku hûn wan 22 milyonan ceza dikin. Ma ev edalet e? Tiştekî wiha dibe?
Erdogan piştî merasimê bangî gel jî kir û dîsa li ser meseleya kurdan axivî. Erdogan wiha got: "Li vî welatî tu caran pirsgirêka bi navê 'Kurd' çênebû. Lêbelê ev bi qesdî bi destê hin kesan di rojevê de dimîne. Bi axaftina xwe ya li Diyarbekirê ya 2005an ve me ev kar qedand. Dibe ku pirsgirêka welatiyê min ê Kurd hebe. Welatiyê min ê Tirk çiqas pirsgirêka wî hebe, yê wî jî ewqas heye."