Haydar Şahin
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Gulan 2018
VAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di ziyareta Hekariyê da mizgînî dabû ku zozan û mêrgên ku derketina wan qedexe ne ew ê ji bo xizmeta gel dîsa werin vekirin li ser vê heywandarên ji Wanê amadehiyên xwe temam kirin.
Heywandarên ku bi pezên xwe ra berî xwe dan mêrg û zozanan ji ber ku piştî demekê dirêj dîsa derdikevin zozanan kêfxweş bûn.
- "Kalîteya şîrê heywanên li zozanan zêde dibe"
Îbrahîm Gorentaşê Midûrê Bajêr ê Xurek Çandinî û Heywandariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sedî 8ê pezên li Tirkiyeyê li zozanên wan in û ji sedî 10ê pezên li welêt jî dîsa li Wanê ne.
Gorentaş diyar kir ku îsal li ser mêrg û zozanên bajêr xebat domandin û wiha pê da çû: "Ji 673 mêrg û zozanên me 103 heb ji koçeran û heywandarên bajêr ra serbest in. Zozanên me yên zehf girîng hene. Ji bo pêşketina heywandariyê zozan girîng in."
Gorentaş diyar kir ku heywandar heywanên xwe qasî 6-7 mehan li zozan û mêrgan diçêrînin û zivistanê jî di goman da xwedî dikin.
Gorentaş got ku ber û bereketa heywanên diçêrin zêde ye û wiha axivî: "Dema pezên me li zozanan diçêrin ber û bereketa şîrê wan zêde dibe. Li Wanê penîrê pincarê heye. Şîrê qelîteya wê zêde be xwe di penîr da nîşan dide. Bi vî awayî em dikarin penîrê xwe jî bi bihayekî baş bifroşin."
Midûr Gorentaş destnîşan kir ku ji bo rakirina qedexeya li ser zozanan herî zêde heywandar şah bûn, lewra maliyeta êm ew ê ji holê rabe.
- "Zozan nebin heywandarî nameşe"
Çetîn Akgulê heywandar jî diyar kir ku qedexeya li ser zozanan tesîreke nerind li ser heywandariyê dihêle, ji ber ku ev astenga radibe zehf bextewar in.
Akgul got ku li herêmê çavkaniya debarê ya herî girîng heywandarî ye û wiha pê da çû:
"Li navenda bajaran heywandarî nayê kirin, ciyê heywandariyê zozan in. Ji ber rakirina vê qedexeyê em kêfxweş bûn. Rabûna qedexeyê tê wê meneyê ku heywandarî ew ê pêş bikeve. Hewa, çêre û ava zozanan ji bo ber û bereketa şîr girîng in. Zozan nebin heywandarî nameşe."