Nihat Kavşut
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
ANKARA
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim: "Derd û pirsgirêkeke me ya bi xwîşk û birayên me yên Kurd ra tuneye. Ew xwîşk û birayên me ne. Bi Kurdbûna xwe serfiraz bin û bi serbilindî qala Kurdbûna xwe bikin, lewra ji ber vê tu kes nikare tiştekî bi we bike."
Serokwezîr Yildirim: "Ez ji Hekariyê dibêjim, li tu bihusteke vê axê wê terora bêbext nemîne û em ê koka hemûyan biqelînin."
Yildirim: "Amerîka û Ewropa bûne yek û dibêjin 'Em ji Kurdan ra dewletekê ava bikin.' Dewleta Kurdan axa Anadoluyê ye. Herin ber deriyekî din."
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim: "Pirsgirêka xwişk û birayên min yên Kurd PKK ye. Ev belaya serê Kurd û Tirk û hemû însanên mesûm in. Me soz daye û em hewl didin ku vê belayê bi hev ra dûr bixin û îşellah em ê bi hev ra bi ser bikevin."