Türkan Tosun
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Li gor encamên Brand Financeê ya 2018an li Tirkiyeyê di hemû qadan de Markaya Herî Biqîmet Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ye.
Piştî eşkerekirina vê Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Komîteya Îcrayê ya THYyê Îlker Ayci daxuyanî da û wiha got: "Îsal careke din em li Tirkiyeyê di hemû qadan de wekî markaya herî biqîmet hatin hilbijartin. Ev ji bo me şanaziyeke pir mezin e."
Mişawiriya Çapemeniyê ya THYyê daxuyand ku çawa ku salên berê THY ji bo vê unwanê layiq hatiye dîtin, di sala 2018an de jî cardin wek markaya herî bîqmet hatiye eşkerekirin.
Ayci der barê vê encamê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got ji bo ku li welêt û dervayî welêt ew ji bin vî barî derkevin û layîqî vê bibin, wê hê baştir bixebitin.