Muhammet Kurşun
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
ANKARA
Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Quds wek paytextê Îsraîlê îlan kir li hemû bajarên Tirkiyê û welatên misilman tê protesto kirin.
Protesto li hemû bajarên Tirkiyê birêve diçin û misilman piştî nimêja înê bi tekbîr û dirûşman derketin qadan Amerîka û Îsraîl şermezar kirin.
Cemaeta camiyan bi dirûşmên wek "Quds a Îslamê ye", "Quds rûmeta misilmanan e", "Dê berxwedan biser bikeve", kom bûn û piştgiriya Filîstînê kirin.
Tê çavnêrîkirin ku protesto îro li hemû dinyayê bimeşin û piştgiriyeke mezin ji bo Qudsê were diyarkirin.